EFRÎN – Çekdar bacê li ser cotkarên Kurd ferz dikin

efrin-kurd-cotkar-zeytun

Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê ragihand ku çekdarên grûpa Hemzat yên girêdayî Tirkiyê bacê li ser cotkarên gundên Kurd ferz dikin.

Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê ragihand ku çekdarên Grûpa Hemzat yên girêdayî Tirkiyê bacê li ser cotkarên Kurd yên gundên Birc Ebdalo, Basûtê û Kurzêlê yê ser bi bajarokê Şêrawa ve ferz dikin û bi zorê pereyan ji wan distînin yan destê xwe datînin ser bax û bistanên wan ên fêkî û zeytûnan.

Li gor heman Rêxistinê, çekdarê bi navê Abû Cabir ku serkirdeyekî grupa Hemzat e, 4 hezar dolar wek bac li ser welatiyê bi navê Elî Xalid ferz kiriye, tevî ku Elî Xalid gilî li cem serkirdeyê giştî yê wê grûpê, Seyif Ebû Bekir tomar kiriye lê bi gefa çekan û kuştinê, neçar maye wan pereyan bide.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê dibêje tevî ku ev demek e komîteya bi navê “Vegrandina Mafê Sitemlêkiriyan” karê xwe li Efrînê dike lê heta niha tenê ji %5ê mal û milkên xelkê bajarokê Şiyê yên ku ji aliyê çekdaran ve hatibûn dizîn, hatine vegerandin.

Pustên heman beş