Tehran: Emê çalakiyên xwe yên di warê mûşekên balîstîk de bidomînin

iran-balisti

Îranê piştrast kir ku ew ê çalakiyên xwe yên di warê mûşekên balîstîk û ceribandina mûşekên satelaytê de bidomînin.

Nûnerê Îranê li Neteweyên Yekbûyî Mecîd Text Revançî got: Berdewamiya gefan, danîna demekî lihevkirî, belavkirina zanyariyên nerast û pêkanîna çalakiyên sabotaj û terorîstî li Îranê, tu xizmetê nade ku di danûstandinan de (li Viyana) bigihêje encamê.

Revangî her wiha got: Em ê çalakiyên xwe di warê mûşekên balîstîk û ceribandina mûşekên hilgira satelaytê de bidomînin, ji ber ku em vê bi pêwîst dibînin ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe yên ewlehî û aborî.

Pustên heman beş