Bapîrê mezinê rêberê Koreya Bakur di 102 saliya xwe de koça dawî kir

كوريا الشمالية-north-korya-kim-jong-on

Kim Yong-Ju, birayê piçûk ê damezrînerê Koreya Bakur, Kim Il-Sung, di 102 saliya xwe de koça dawî kir û rêberê wî welatî Kim Jong-Un roja Sêşemê gul şandin tabûta wî.

Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur ragihand ku Kim Yong Ju, bapîrê rêber Kim Jong Un e, xwediyê Fermanên Kim Il Sung û Kim Jong Il e, û wekî lehengê Koreya Bakur tê binav kirin. Cîgirê berê yê Rûmetê yê Serokatiya Dîwana Meclîsa Bilind a Gel bû.

Hat ragihandin ku wî “demeke dirêj” wezîfeyên girîng ên Partî û Hikûmetê girtiye, “ji bo tesbîtkirina xet û rêberiya Partiyê bi dilsozî têkoşiyaye” û di lezkirina dînamîk a avakirina sosyalîst, hevgirtin û pêşketinê de kedeke mezin daye Koreya Bakur.

Digel ku dîroka rast a mirina Kim Jong-Ju nehat eşkere kirin, Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur ragihand ku “Di 14ê Kanûnê de li ser navê hevalê hêja Kim Jong-Un gul li ser tabûta mirî hate danîn.

” Di vê çarçoveyê de hat ragihandin ku Kim Yong Ju ku di sala 1920 de ji dayik bûye, di serdema Kim Il Sung de cihek girîng di partiyê de girtiye, heya ku di sala 1973 de şûna biraziyê xwe û rêberê paşê Kim Jong Il girtiye.

Piştî wê bi qasî 20 salan, Kim Yong-Ju di pratîkê de beşdarî siyasetê nebû, di sala 1993-an de wekî endamê Polîtburo û cîgirê serokê welêt vegeriya qada siyasetê û di sala 2009-an de wekî cîgirê serokê rûmetê yê Dîwana Meclîsa Bilind a Gel hate hilbijartin.

Pustên heman beş