Yekîtiya Ewropayê derbarê endamtiya Tirkiyê biryara xwe da

Yekîtiya Ewropayê derbarê hevdîtinên endamtiya Tirkiyê de biryara xwe da

Yekîtiya Ewropayê biyar da hevdîtinên ligel Tirkiyê yên endamtiya YEyê ku hatibûn ragirtin wek xwe bimînin û dibêje: “Konse bi xemgînî têbinî dike ku her diçe Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve.”

Yekîtiya Ewropayê di civîna amadekariya Lûtkeya Serkirdeyan de biryar da ku hevdîtinên endambûna Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê yên hatibûn ragirtin wek xwe bimînin.

Di biryarê de ku li Konseya Karên Giştî ya Yekîtiya Ewropayê hatiye dayîn tê gotin êdî di hevdîtinan de ne qonaxeke nû tê destpêkirin û ne jî qonaxa heyî bi tevahî tê bidawî kirin.

Di biryarê de binpêkirina peymana Yekîtiya Gumrikê ligel Yekîtiya Ewropayê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye şermezarkirin û binpêkirina mafên mirov yên li Tirkiyê hatine rexne kirin, her wiha paşdeçûna Tirkiyê di mijara mafên bingehîn û demokrasiyê da.

Hevdîtinên endamtiya Yekîtiya Ewropayê ku ji 2005an ve destpêkiribûn di salên dawî de ji ber krîzên dîplomatîk û sîyasî hatine asteke rawestandinê.

Ev hevdîtin li ser 35 qonaxan tên birêvebirin û di 16 salên borî de tenê 16 qonax hatine gotûbêjkirin.

Pustên heman beş