Tirkiyê Gundewarên Til Temir û Eyn Îsa topbarankirin

eyn isa-til tamir-turkey-kurdistan

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar gundê Derdare li gundewarê Til Temirê, herwiha gundê Dibis û rêya M4 li gundewarê Eyn Îsayê topbaran kirin.

Çavkaniyên xwecihî li Rojavayê Kurdistanê belav kirine ku şeva bihorî Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve gundê Derdare li bakurê bajarokê Til Temir bi hawnan topbaran kirin.

Berî topbaranê, hejmarek hêzên Amerîkayê serdana wî gundî kiribûn. Li gor zanyariyan, piştî çend demjimêran ji derketina hêzên Amerîkî, gund ji aliyê hêzên Tirkiyê û komên çekdar ve hat topbarankirin.

Ji aliyekî din ve, heman çavkaniyan ragihandiye, ku gundê Dibis û rêya M4 li gundewarê Eyn Îsa jî ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî ve hatine topbarankirin.

Heya niha ti zanyarî derbarê ziyanên topbaranên li ser wan deveran nehatine aşkerekirin.

Pustên heman beş