Agir bi avahiya encumena dadweriya Kurdistanê ket

Agir bi avahiya encumena dadweriya Kurdistanê ket

Agir bi avahiya encumena dadweriya Herêma Kurdistanê ket. Encumen dibêje, tenê ziyanên madî hebûne.

Encumena dadweriya Herêma Kurdistanê ragehand, îro danê sibê agir bi beşek ji avahiya encumenê ket lê pir zû ji aliyê tîmên vemirandina agir ve hat temirandin.

Encumenê da zanîn jî, di wê rûdanê de tiştek bi kesî nehat tenê ziyanên madî hebûn.

Encumena dadweriyê ragehand, komîteyek bo dûvçûna wê şewatê pêk anîne da ku sebebên derketina wê şewatê eşkere bike.

Pustên heman beş