Îranê yekem tûşbûna bi “Omicron” ê ragihand

iran-omicron

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, yekem haleta tûşbûna bi vîrusa Koronayê ya bi navê Omicron, li Îranê hatiye tomarkirin.

Serokê Navenda Peywendiyên Giştî û Ragihandina Wezareta Tendirustiyê Mihemed Haşimî ragihand: Di civîneke awarte de ku îro bi amadebûna Behram Eyn Allahî Wezîrê Tendirustî, yekem haleta tûşbûna bi vîrusa Koronayê ya bi navê Omicron, li Îranê hatiye piştrastkirin.

Haşimî diyar kir ku dê protokolên tenduristiyê bên gotûbêjkirin û amaje bi wê yekê jî kir, ku encamên civîna îro ya derbarê tedbîrên ji bo rêgirtina li belavbûna cureyeke nû li welat, dê piştre bên ragihandin.

Jêder: “IRNA”

Pustên heman beş