PKK’ê li gundekê Amêdiyê 40 kîlo TNT li ber xelkê vedaye

PKK’ê li gundekê Amêdiyê 40 kîlo TNT li ber xelkê vedaye

Hat hîn bûn çekdarên rêxistina PKK’ê li gundê Guherzê yê sînorê Amêdiyê, bi qasî 40 kîlo TNT daniye.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê, îro roja yekşemî ragihand, li gundê guherzê yê ser bi devera “Nihêlê” ku bi dûratiya 14 KM dikeve sînorê Amêdiyê, şêniyên gund TNT yek dîtiye ku zêdetirî 40 kîlo bûye.

Her weha ragihand, îro li dema ku hin ciwanên vî gundî ji boy karên xwe yên rojane seredana gundê kevin yê Guherzê ku dikeve çiyayê Metîna dikin, di rê de vê bombeyê dibînin û dem li dest aliyên peywendîdar haydar dikin.

Ciwanên ev bombeya ku PKK’ê li ser rêya şêniyên gund çandî ji şêniyên gund xwest êdî haya wan ji xwe hebe û seredana cihê ku bombe lê hatiye danîn nekin, daku canê wan parastî be.

Gundê kevin yên guherzê dikeve çiyayê Metîna û li sala 1988an li dema êrîşa rejîma Sedam Hisên hatbû valakirin, piştî serhildana başûr li sala 1991an dema şêniyên gund ji Îran û Tirkiyê zivirîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li quntara çiyayê Metîna gundek nû ji wan re ava kir.

Pustên heman beş