Daîreya Têkilîyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li bajarê Qamişlo cîgirê hevserokatiya daîreyê Fener El-Giêt û endama Desteya Rêveber Sena Deha pêşwazî li şandeke ji welatê Sûdanê kir.
Hat diyarkirin ku şanda Sûdanî ji berpirsê karûbarên balyozxaneya Sûdanê ya Şamê Tariq Abdullah, şêwirmendê balyozxaneyê Îmadedîn Ehmed û gerîndeyê balyozxaneyê pêk hatibû.
Hat gotin ku di hevdîtinê de li ser mijarên siyasî, aborî û bi taybet rola erebî di çareserkirina aloziya Sûriyê de guftûgo hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Daîreya Têkiliyên Derve, El-Giêt gotiye, “Em bi hêvî ne ku xebatên ji aliyê dewletên Ereban ve têne kirin destekê bide çareserkirina aloziya Sûriyê. Berovajî rola hin dewletên herêmî wekî Tirkiye û Îranê ku roleke neynî dilîzîn û aloziya Sûriyê kûrtir dikin.”
Herwiha hat ragihandin ku her du aliyan di hevdîtinê de ji bilî rewşa ewlehiya kampên Hol û Roj ên malbatên DAIŞê rewşa mirovî ya herêmê, dosyaya koçber û penaberan jî gotûbêj kirin.