Nûnerê Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn li Sûriyê Aleksandr Lavrentyev, hişyariya zêdebûna kiryarên terorîstî li Sûriye dide.
Beriya destpêkirina kongreya 17an a Astanayê Aleksandr Lavrentyev, ragihandiye, welatê wî li bende ye guftugo derbarê rûberûbûna komên terorîstî û yekxistina hewla hemû aliyan li dijî terorê were kirin.
Herwiha Aleksandr Lavrentyev, hişyariya zêdebûna kiryarên terorîstî li seranserî Sûriyê dide û dibêje zêdebûna kiryarên terorîstî cihê nîgeraniyê ye.
Îro roja sêşemê 21.12.2021ê xula 17an a Kongreya Astanayê bi armanca çareseriya pirsa şerê navxwe yê Sûriyê bi çavdêriya Îran,Rûsya û Tirkiyê dest pê kir.
Di wê danûstendinê de Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pedersen û nûnerên welatên Iraq, Urdin û Lubnanê jî çavdêrî û beşdariya kongreyê dikin.
Şerê navxwe yê Sûriyê di Adara 2011an de di navbera komên çekdar ê opozîsyona Sûriyê û rejima Sûriyê de dest pê kir û hîn jî berdewam dike. Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê zêdetir ji 7 milyon xelkê Sûriyê bûne penaber û zêdetir ji 500 hezar însan jî hatine kuştin.