Li Bakur rêyên bi 5 parêzgeha û sedan gunda ji ber berfê xitimîne

Li Bakur rêyên bi 5 parêzgeha û sedan gunda ji ber berfê xitimîne

Li parêzgehên Wan, Mûş, Colemêrg, Şirnex û Bedlîs yên Bakurê Kurdistanê rêyên bi sedan gund ji ber berf û bagerê hatin girtin.

Ev çend roj in li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi taybet li Mûş, Colemêrg, Bedlîs, Şirnex û Wanê pêleka giran ya berfê dest pê kiriye û heta niha jî didome.

Li gorî agahiyan, heta niha ji ber berf û bagerê li Colemêrgê rêyên 159 gundan, li Mûşê rêyên 115 gundan, li Bedlîsê rêyên 226 gundan, li Şirnexê rêyên 16 gund û li Wanê jî rêyên zêdetirî 300 gundan xitimîne.

Tîmên paqijkirina rê li tevahiya parêzgehan dixebitin û mijûlî vekirina rêyên gundan in.

Pustên heman beş