Emerîka: Tirkiye ji boy terorîstan welatekî tranzête

usa-turkey-iraq

Wezareta derve ya Emerîkayê ragihand ku Tirkiye ji boy wan kesên ku dixwazin tevlî girûpên terorîstî bibin, bûye welatekî tranzêt.

Li gorî rapora salane a wezareta derve a Emerîkayê, Tirkiye bûye çavkanî û welatekî tranzêt ji boy wan kesên ku hewla tevlîbûna girûpên terorîstî yên li Îraqê û Sûryê dikin.

Her li gorî rapora Emerîkayê, li heman demê Tirkiye ji boy wan terorîstan jî welatekî tiranzête yên ku Îraqê û Sûryê bi cî dihêlin.

Ji hêla xwe ve, Tanjû Bîlgîç, berdevkê wezareta derve a Tirkiyê rapora wezareta derve ya Emerîkayê rexne kir, ji ber ku wê raporê Yekîneyên Parastina Gel YPGe ku hêza sereke a Hêzên Sûrye ya Demokratîke, bi terorîst nas nekirine.

Pustên heman beş