Tirkiyê du gundên Zirganê bombebaran kirin

zirgan-rojava

Balafirên bê mirov yên dewleta Tirkiyê, îro êrîşî du gundên bajarokê Zirganê yê Rojava Kurdistanê kir, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyê îro roja sêşemî 21/12/2021ê bi rêya balafirên bê mirov êrîşa gundê Til Werdê kir ku dikeve bakurê bajarokê Zirganê, di encama êrîşê de, 3 kes birîndar bûne.

Artêşa Tirk a û çeteyên wê gundê Esediyê yê dikeve rojavayê bajarokê Zirganê jî daye ber topan, di encamê de welatiyê bi navê Salih Hemîd El-Hisên (60) ku bi giranî birîndar bibû, li Nexweşxaneya Gel jîyana xwe ji dest da.

Navên birîndaran evin: Ehmed Mihemed Faris 50 sal, Hemda Faris El Faris ku zaroke.

Bi vê yekê, hejmara welatiyên ku ji ber êrişên li ser gundên Zirganê jîyana xwe ji dest dane gihişt 3’yan, Melka Ehmed Îd (30) dayika wê Fesla Îd (60) û Salih Hemîd El-Hisên (60).

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji gundên Bab El-Xêr ê dagirkirî, gundên Mehremla, Til Emîr, Mezra, Til Werd û taxên rojavayê Zirganê topbaran kirin, Ji ber topbaranê ziyanên mezin gihaştin malên welatiyan.

Pustên heman beş