Tirkekî li Îzmîrê 3 ciwanên Sûrî şewitadin

turkey-izmir

Welatîyekê Tirk, 3 ciwanên Sûrî bi benzînê şewitadin û ev tawan li ser bingeha nejadperistiyê hatîye encam dan.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kirine ku berî mehekê welatîyekê Tirk piştî ku benzîn bi yek ji malên li taxa Guzel Bahçe ya li Îzmîrê da kirî, ew mal şewitad ku 3 ciwanên sûrî tê de di man.

Çavkaniyên xwecihî li ser zarê birayê yek ji qurbaniyan bi navê Ehmed El-nebhan ragehand,  qurbaniyên bûyerê di kargeheka çêkirina keviran de kar dikrin, li roja 16 meha bûrî û li demjimêrên serê sibehê, welatîyekê Tirk bi ser mala wan de girtîye û bi benzînê şewitadin.

Li gorî îfadeyên şahidan, bera bûyerê sûçdarî gotibû: ez dê çim van Sûrîyan şewitînim, şahidan bi vî rengî îfade dane polîsan.

Li gor jêderên xwecihî, kesên hatîne kuştin “Memûn El-Nebhan” 23 salî, Ehmed El-Elî 21 salî û Mihemed El Bîş 17 salî ne.

Pustên heman beş