Jeffrey: Em niha “bihêztir” in ku bi Rûsya re danûstandinan derbarê Sûriyê de bikin

James Jeffrey

Nûnerê berê yê Amerîka ji bo Sûriyê û Hevpeymaniya Navdewletî a li dijî DAIŞê de James Jeffrey got, welatê wî niha di “helwesteke bihêztir” de ye ku bi Rûsyayê re li ser Sûriyê danûstandinan bike.

Jeffrey ji rojnameya “Şerq El-Ewset” re ragihand, “Amerîka niha di helwesteke bihêztir de ye ku bi Rûsyayê re derbarê Sûriyê de gotûbêjan bike, ji ber gelek sedeman, ji wan jî ku hemû amûrên zextê hîn di destê rêveberiya Serok Joe Biden de ne û Rûsya jî di nav çirava Sûriyê de ye”.

Jeffrey ji rêveberiya Biden daxwaz kir jî, dema diyaloga bi aliyên Rûsî re bike, divê ew bi hevalbendên xwe yên Erebî, herêmî û Neteweyên Yekbûyî re hevahengiyê bike, da ku di pêkanîna armancên xwe de bi ser bikeve.

Herwiha hişyarî da, eger rêveberiya Biden wê yekê ne, ew tê wê wateyê ku “yan rêveberiya Biden dibîne ku Sûriye ne girîng e, yan jî ew dixwazin tiştekî bikin ku ti kes nizanibe ew çi ye”.

Pustên heman beş