HSDe: Tirkiyê li derdora Til Temirê êrişa bejayî destpê kir

تل-ته‌مر-til-temir-rojava---kurd---kurdistan

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên Tirkiyê li derdora Til Temir êrişa bejayî destpê kirine û şer û pevçûn di navbera hêzên wan û hêzên Tirkiyê de berdewam in.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro Çarşembê 22ê Kanûna 2021an diyar kir, hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê “êrîşa bejayî bo ser gundê Um el-Kêf li gundewarê bajarokê Til Temir” li Rojavayê Kurdistanê destpê kirine.

HSD dibêje, hêzên wan rûbirûyî hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê dibin û bersiva êrişê didin.

Li gor daxuyaniya HSDê, şer û pevçûnên dijwar li çend mihweran li derdora gundê Um el-Kêf berdewam in.

Pustên heman beş