3 hefte ne Biden bersiva pêwendiya telefonî ya Bennett nade!

3 hefte ne Biden bersiva pêwendiya telefonî ya Bennett nade!

Medya Îsraîlê ragihandiye ku Serokê Amerîkayê Joe Biden nêzîkî 3 hefteyane  bersiva pêwendiya telefonî ya Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett nedaye.

Kanala 13 a Îsraîlê ya nêzîkî ofîsa serokwezîrê Îsraîlê bi zarê çavkaniyeke xwe, eşkere kiriye ku bi ti awayî Biden ne amade ye derbarê Îranê de ligel Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett biaxive.

Çavkaniyê diyar kiriye ku ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ji bo pêweniyeke telefonî li gel Serokê Amerîkayê Joe Biden pêk bîne di nav hewldanê de ye, lê heta niha Koşka Spî amade nebûye bersiva wê daxwaziya Îsraîlê bide.

Hêjayî gotinê ye, Îsraîl li dijî vegera Amerîka ya peymana nukleerî ya ligel Îranê ye û rêveberiya Biden jî dixwaze bi rêyên dîplomatîk Îranê vegerîna ser peymanê ku Îsraîl ji ber hewlên Îranê yên pêşxistina çekên atomî bijardeyên leşkerî bo Îranê difikire.

Tel Avîv di demeke ku danûstandinên Vîyenayê ji bo vegera li peymana atomî têne kirin de, dixwaze civaka navdewletî razî bike, zextê li Îranê bikin daku Tehran neçar bibe dest ji bernameya xwe ya atomî berde.

Pustên heman beş