Çeteyên ser bi Tirkiyê li Efrînê 4 ciwan revandin 

Çeteyên ser bi Tirkiyê li Efrînê 4 ciwan revandin 

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 xort ji gundekî Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî roja 21/12/2021ê bi ser gundê Maratê de girt û 4 xort bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn revandin.

Li gor wê rêxistinê, navên kesên hatine revandin wiha ne: Elî Mihemed Îbrahîm (26 salî), Mihemed Ehmed Eyûbî (27 salî) Hemyar Mihemed Qilîç (27 salî) û Dilyar Betal Betal (27 salî).

Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kiriye, ew her 4 xort ku û ber bi cihekî nediyar ve hatine birin, di sala 2020an dîsa bi hema tometê hatibûn revandin û piştî her yekî ji 1000 Lîreyên Tirkî wek fidya dan, serbest hatibûn berdan.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.

Li roja 18 Adara 2018an PKK’ê li Efrînê bazda û tev kurdên Efrînê di destên hêzên Tirkiya û gropên tundrewên girêdayî wê de bi cîh hêlan, di demekî de ku berdewam di medyaya xwe de PKK’ê di go, me Tirkiye li Efrînê têk biriye.

Pustên heman beş