Putin Dibêje Ew Pevçûnê bi Ukrayna û Welatên Rojava re Naxwazin

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşemê dîyar kir ku Rûsya dixwaze ji pevçûneke bi Ukrayna û welatên Rojava re dûr bisekine.

Hevdem, Putin ragihand ku ew di derbarê pêşnîyarên Rûsya yên bo garantîkirina ewlehîyê, bersîveke ‘demûdest’ dixwaz.

Putin di civîna salane ya ragihandinê de, dema ku îhtîmala pevçûna bi Ukraynayê ji wî hat pirsîn, got ku ew ne bijareya wan e û ew wê yekê naxwazin”.

Wî got ku Rûsyayê ser pêşnîyarên ewlekarî yên ku wan pêşkêşî Amerîka kiribûn, bersîveke destpêkê ya erênî wergirtiye û danûstandin wê di destpêka sala nû de li Cenêvrê destpê bikin.

Di bersîveke cuda de, dema ku hate bi bîr xistin ku çawa NATO’yê ji Şerê Sar û vir ve, bi pêlên berfirehbûnê yên li pey hev Rûsya “xapandiye”, Putin got ku Moskow li benda bersîveke lezgîn e.

Pustên heman beş