Yek ji metirsîdartirîn emîrê DAIŞê hat girtin

Yek ji metirsîdartirîn emîrê DAIŞê hat girtin

Navenda Ragihandina HSDê eşkere kir ku hêzên HSDê yek ji metirsîdartirîn emîrê DAIŞê destgîr kirine.

Rêveberê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, emîrê ku hatiye girtin êrîşa bo ser Kobaniyê ya sala 2014an jî di nav de beşdarî gelek êrîşan bûbû.

Ferhad Şamî, Rêveberê Navenda Ragihandina HSD got jî, mîrê ku hatiye girtin destê wî di gelek komkujiyan de li dijî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûye.

Ferhad Şamî di tweeta xwe de wiha dibêje “Di vê roja pîroz de hêzên me girtina yek ji emîrên herî metirsîdar ên DAIŞ’ê ku di sala 2014’an de beşdarî êrîşa li dijî Kobanê bû û gelek komkujî li dijî gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî, hate girtin. Îtirafên wî dê di demek nêzîk de bêne weşandin.”

Pustên heman beş