PKKe bi pirtûkxaneya gerrok bîr û hizrên xwe yên xirab li Şingalê belav dike

PKKê bi pirtûkxaneya gerrok bîr û hizrên xwe yên xirab li Şingalê belav dike

Çekdarên PKKê bi pirtûkxaneyên gerrok, bîr û hizrên xwe yên xirab li nav xelkê Şingalê de belav dikin.

Berpirsê pişka civakî li liqa 17 ya PDKê li Şingalê, Hadî Sifoka ji BasNewsê re got, çekdarên PKKê bi destê xortên êzîdî yên ku hatine xapandin, pirtûk û belavokên xwe li nav xelkê Şingalê de belav dikin.

Hadî Sifoka her wiha got, komek xortên êzîdî ji ber belavkirina pirtûk û hizra rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên Iraqî ve hatine girtin. Armanca PKKê ji van karan, zêdetir alozkirina rewşa Şingalê ye.

Wî berpirsê PDKê da zanîn jî, çekdarên PKKê li hinek deverên Şingalê bi pirtûkxaneyên gerrok, bîr û hizrên xwe yên xirab bi ser xelkê de disepînin û belav dikin.

Hadî Sifoka anî ziman, PKK baş dizane rewşa Şingalê dê were guhertin û ew êdî nikarin li wir bimînin û got, ji ber wê jî dixwazin bi rêya pirtûkxaneyên gerrok û belavkirina pirtûk û belavokên xirab yên xwe rewşa Şingalê aloztir bikin.

Pustên heman beş