PDKê ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê daxwaza fermî kir

PDKê ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê daxwaza fermî kir

Şêwirmendê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Arif Ruşdî ragihand, wan bi fermî daxwaz kiriye hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema xwe de bêne kirin.

Şêwirmendê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî da xuyakirin, piştî ku encam û giliyên li ser hilbijartinên Iraqê ji aliyê dadgeha federal ya Iraqê ve hatin pesendkirin û çareserkirin, hevdîtinên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dê germtir bin û şandên din wê serdana Serok Barzanî û PDKê bikin.

Arif Ruşdî got, “PDKê bi fermî daxwaz kiriye hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema xwe de bê kirin. Em hêvîdar in wisa bibe û hilbijartin neyê paşxistin.”

Şêwirmendê polîtburoya PDKê da zanîn, ew hez dikin aliyên Kurdistanî li ser aktîfkirina komîsyona hilbijartinan ya Kurdistanê li hev bikin û got, em wek PDK ji hilbijartinan natirsin û amade ne.

Pustên heman beş