Çeteyên Tirkiyê di sala 2021ê da 726 Kurd ji Efrînê revandine

– 129 kes di encama şer û pevçûnên çekdaran xwe bi xwe de, topbaran û teqînan de hatine kuştin, ji wan 66 kesên sivîl (ji nava wan 13 zarok û 15 jin) in û 63 çekdar in.
– 25 teqîn hatine kirin.
– 26 caran şer û pevçûn di navbera grûpên çekdaran bi xwe de derketiye.
– 726 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatine revandin.
– 168 xanî û dikan ji aliyê grûpên çekdaran ve hatine desteserkirin.
– 113 zeviyên çandiniyê ji aliyê grûpên çekdaran ve hate desteserkirin.
– 78 xaniyên koçberên Efrînê ji aliyê grûpên çekdaran ve hatine firotan.
– 106 proseyên “ferzkirina bacan” ji aliyê grûpên çekdaran ve hatine kirin.
Tags: sereke




