Di encama teqîna bombeyekê li navçeya Mabeta ya Efrînê de, 5 zarok birîndar bûn.
Nerîngeha sûrî ya mafên mirovan raghand,duhî piştî nîvro 27/12/2021 ê, bombeyek ji paşmayên şer li navçeya Mabeta teqiya û di encamê de 5 zarokên koçber ên ji Idlibê birîndar bûn.
destnîşan kir, ew 5 zarok ji bo wergirtina çareseriyên bijîşkî, ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin û birînên hin zarokan giran e.
Piştî êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekkdar di 20ê Çileya 2018an de li ser herêma Efrînê û dagîrkirina wê, gelek bombe ji paşmayên şer li ser rê û li nava zeviyan teqiyan û hejmarek ji sivîlan bûn qurbanî.
Di wê derbarê de çalakvanên Efrînê jî bang li rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar dikin ku kar ji bo rakirina wan paşmayiyan ji herêmê bikin, ji ber ku rojane metirsiyê li ser jiyana xelkê çêdikin.