Wezîrê Derve yê Sûriyê: karên HSDe dike nayên qebûlkirin

faysal miqdad-rojava-hsd-qsd-us

Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand, ew karên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li navçeya Cizîrê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dike nayê qebûlkirin û got: ew bi HSDê re li hev dikin lê Amerîka nahêle ew lihevkirin biçe serî.

Di gotûbêjekê de li gel 2 telefzyonên Sûrî de, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ragihand dema ew bi HSDê re li ser mijarekê li hev dikin, lê gava ku Amerîka li dij derdikeve, HSD rêkeftinê red dike.

Miqdad diyar kir, nabe ku ew (HSD) pişta xwe bi Amerîka ve girê bidin, ji ber ku bi gotina wî ti projeyeke perçekirinê li Sûriyê bi ser nakeve.

Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand, Tirkiyê beşek ji axa Sûriyê dagir kiriye û hewla Turkkirina wê dide û ew yek dibe sedema wêranbûna welat.

Pustên heman beş