9 Çekdarên PKKê li Garey ketin ber êrîşa balafiran

pkk-gara-turkey-f16

Artêşa Tirkiyê îro ragihand, balafirên cengê liv û tevgerên PKKê li çiyayê Gare bordoman kir, 9 çekdarên rêxistinê hatin kuştin.

Ajansa eAnadol a dewleta Tirkiyê îro roja çarşemî 29/12/2021ê belav kir, di operasyona hevpara artêşa Tirkiyê û teşkîlatên îstixbaratê MÎT ê ku li çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê hatîye encam dayîn, liv û tevgerên rêxistina PKKê hatine hedef kirin.

Dest nîşan kir, di operasyonê de, balafiran 9 çekdarên PKKê kirine armanc û jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina PKKê li derbara ji dest dayîna van çekdarên xwe tu agahî nedane.

Pustên heman beş