Hêzên Sûriyê çend dever li Hemayê topbaran kirin

حماه-hama

Hêzên hikûmeta Sûriyê çend dever li gundewarên başûrê parêzgeha Idlibê û bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Ajansên xwecihî ragihandin ku îro Yekşemê 2yê Çileya 2022yê, topxaneya Artêşa Sûriyê gundê Duqmaq ser bi parêzgeha Hemayê kiriye armanc.

Hêzên Sûriyê herwiha bi topxaneya giran derdora bajarokê Filêfil li başûrê parêzgeha Idlibê kirine armanc.

Ji aliyê xwe ve, balafirên şer ên Rûsyayê derdora el-Bare û navçeya Cebel el-Erbehîn û bajarokê Erîha li başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê herweha bi rokêtan êrîşî derdora gundê Musêbin ê li başûrê parêzgeha Idlibê kirin.

Pustên heman beş