Di hefteyekê de 12 mûşekên “Katyusha û Grad” bi serbazgeha Tirkiyê ya li Zêlkan ketine

زیلكان-turkey-army-iraq-basheqa

Serbazgeha Zêlkan ya artêşa Tirkiyê li sinorê Mûsilê, li şeva derbasbûyî rastî êrîşeke din a mûşekî hat, ev jî dibe cara sêyemîn di dema hefteyekê de, êrîş li ser wê serbazgehê tê kirin.

Li şeva derbasbûyî 2-1-2022ê, 6 mûşekên Grad, bi nêzî baregeha artêşa Tirkiyê ya li navçeya Zêlkan, li sînorê parêzgeha Neynewayê ketin.

Li gorî agahiyên pêgeha “Dije Terorê” ya Herêma Kurdistanê, ew mûşek bi derdora gundê Cubran yê li nêzî baregeha artêşa Tirkiyê li Zêlkan ketine, lê belê tu zirarên canî nebûne.

Her wiha destnîşan kir, mûşek ji ser otomobîleke barhilgir a ji cureyê KIA ji gundê bi navê Cerbue, yê navçeya Başîkê hatine avêtin.

Sîstema bergiryê a baregeha artêşa Tirkiyê li Zêlkan jî, bersiva vê êrîşê dane.

Hêjayî gotinê ye, ev dibe cara sêyemîn di dema hefteyekê de, baregeha artêşa Tirkiyê ya li Zêlkan tê mûşekbaran kirin, êrîşa yekemîn li 27 dîsambera 2021ê bû û êrîşa dûyemîn jî li 31 dîsamberê hatbû encam dayîn.

Pêgehên medyayê yên Heşda Şebî paş êrîşa 27 dîsamberê, bi awayekî nerasterast berpirsyarîya êrîşî hildan serê Heşdê û ji boy artêşa Tirk silogana “Ciyê we li vir tune” parvekirbûn.

Pustên heman beş