Çeteyên Tirkiyê operasyona birrîna darên zeytûnan li Şêrawa destpêkir

efrin-shara

Çeteyên Tirkiyê, di sala nû de dest bi hemleyeka nû a birîna darên zeytûnan li navçeyên Efrînê kirine, gef jî li xwediyên daran kirine ku heger dengê xwe bikin, wê bi sûça pêwendîya bi Rêveberîya Xweser re bên desteser kirin.

Çalakvanên Nerîngeha Sûryê a mafên mirovan, îro roja duşemî 3-1-2022ê ragihandin ku çekdarên rêxistina “Feyleq El – Şam” ku nêzîkî îstixbarata Tirkiyê ye, bi awayekî sîstematîk dest bi birrîna darên zeytûnan li navçeya Şêrawa kirine.

Dest nîşan kir, heya niha nêzî 750 darên zeytûnê yên welatiyên ku bi darê zorê koçber bûn, hatine birrîn.

Li aliyê din, “Ferqeya Hemze” berdewame di operasyonên xwe de ji bo dest bi ser dagirtina bi zor li ser sedan darên zeytûnan, li gundê Meydankî li navçeya Şerayê, wan dest danaye ser nêzîkî 1100 darên zeytûnan ku yên 8 welatiyên gundê navbûrî ye.

Li gorî Nerîngeha Sûrî, komên çeteyên Tirkiyê gef li xwediyên daran kirine ku heger ew dengê xwe bikin, wê bi sûça pêwendîya wan ya bi Rêveberiya Xweser re bên desteser kirin.

Pustên heman beş