Li Dersîmê 4 herêm wek «herêma ewlekariya taybet» hatin ragihandin

Dersîmê

Li parêzgeha Dersîm ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta operasyonên di çarçoveya têkoşîna dijî terorê 4 herêm heta dawiya salê wek «herêma ewlekariya taybet» hatin ragihandin.

Walîtiya Dersîmê ragihand bi sedema operasyonên di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de ku bi biryara Serokkomariyê tên birêvebirin herêmên Geliyê Eli û Çemê Kiran yên ser bi navçeya Xozatê û li herêmên Egerci û Karadere yên ser bi navçeya Pulurê heta 31ê Kanûna 2022an wek herêma «ewlekariya taybet ya demkî» hatin ragihandin.

Walîtî di daxuyaniya xwe de dibêje ev biryar bi armanca ewlekariya can û malê welatiyan hatiye wergirtin û di vê çarçovê de dê biryar bê cîbicîkirin.

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi salane bi hincetên corbicor qedexe tên ragihandin û ev jî ji gelek aliyan ve bandorê li ser jiyana welatiyan dike.

Pustên heman beş