Tirkiyê amara 2021ê ya zirarên PKKê ragihand

Tirkiyê amara 2021ê ya zirarên PKKê ragihand

Dewleta Tirkiyê amara zirarên canî yên rêxistina PKKê yên sala 2021ê ragihand û li gorî wê 809 çekdar hatine kuştin, PKKê jî hêjan ti daxuyanî nedane.

Wezareta karên navxwe a Tirkiyê eşkere kir, di sala 2021ê de 809 çekdarên rêxistina PKKê hatine kuştin, 84 jê fermandar û berpirs bûne.

Destnîşan kir, di nava wan de, 11 berpirsên payebilnd ên PKKê hatine kuştin ku di lîstên daxwazkirîyan yên dewletê de cî digirtin.

Wezareta navxwe her li derbarê amara 2021ê diyar kir, 200 çekdarên PKKê jî bi rêya îqnakirinê, teslîm bûne.

Rêxistina PKKê hêjan amara zirarên canî yên artêşa Tirkiyê parvenekirine û tu daxuyanî li derbara vê amarê nedane.

Her yêk ji artêşa Tirkiyê û rêxistina PKKê salane amara zirarên canî yên hev parvedikin, lê belê herdu alî rast nabêjin, her yêk hejmarên herî zêde yên kuştiyên aliyê beranber radgihîne, ev jî weke şerekê deronî li nêvbera wan de tê hesab kirin.

Pustên heman beş