Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê û 3 bajarokên wê 308 navçe di bin navê “Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî” de bi hinceta têkoşîna dijî terorê bo dema salekê hatin qedexekirin.
Herî dawî Parêzgariya Bedlîsê di daxuyaniyekê de ragihand, 308 navçeyên dikevin nav sînorên navenda parêzgeha Bedlîsê û navçeyên wê yên Tetwan, Mûtkî û Xîzanê, bi hinceta têkoşîna dijî terorê di bin navê “Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî” de, ji 1ê Çileya 2022 heta 31ê Kanûna 2022an hatine qedexekirin.
Ev di demekê de ye li Dêrsimê jî di 3ê Çileya 2022an de 4 navçe bo dema salekê û li Colemêrgê jî 4ê Çileya 2022an 11 navçe bo dema 15 rojan hatibûn qedexekirin.