Ji berpirsê deriyê sînorî yê Pêşabûrê daxuyaniyek lezgîn

Ji berpirsê deriyê sînorî yê Pêşabûrê daxuyaniyek lezgîn

Berpirsê deriyê sînorî yê Pêşabûrê, Şewket Berbuharî daxuyaniyek parve kir û tê de ragihand, wê bo dema rojekî rê bi wan wilatiyên Rojava yên bi sedema girtina deriyê sînorî li Başûrê Kurdistanê asê mane were dayîn ku vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Her weha eşkere kir, ev rêpêdan wê bi tenê ji bo yek roj be, anku bi tenê wê ji bo roja pêncşemî 6/1/2022an be.

Daxuyanî bi vî awa ye:

Agehdariya xuşk û birayên xwe yên birêz yên Rojavayê Kurdistanê dikîn, yên ku bi karta 30 rojî derbasî Herêma Kurdistanê bûyn û ji egera girtina deriyê sînorî asê mane, sibe roja pêncşemî 6/1/2022an, li saet 8î sibê heya 4î êvarê, piştî tomarkirina navên xwe li derwazê Pêşabûr, dê werin veguhastin ji bo xala sînorî ya “Welîd” ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin .

Têbînî: e vi derfet bi tenê ji bo sbe (ruja pênc şemî)ye, wate ji bo yek ruj bi tenê, hîvye haydar bin .

Şewket Berbuharî

Berpirsê deriyê sînorî yê Pêşabûr

5/12/2021

Pustên heman beş