PKK’e li dijî kurên Mam Celal dest bi kar bû

PKK’e li dijî kurên Mam Celal dest bi kar bû

Dema du rojane PKK’ê bi awayekî sîstematîk, tev medyaya xwe ya sêber û alîgirên xwe seferber kirine ku êrîşî her du kurên Mam Celal bikin û wan bi tundî rexne bikin, PKK’ê ferman daye piraniya alîgirên xwe yên li Ewropayê ku bê navber êrîşî ser her du kurên Mam Celal bikin û di nava sosyal medyayê de heqaretê li wan bikin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Ewropayê eşkere kirin, di dema du rojên rabûrî de, PKK’ê bi awayekî sîstemtîk dest bi êrîş kirine ser her yek ji “Qubad Talebanî û Bafil Celal talebanî” kiriye, ji bo vê yekê jî tev medyaya xwe ya sêber û alîgirên xwe seferber kirine.

PKK’e parvekirina wêneyê hin ciwanên başûr bi kincên zindaniyan, yên ku ji ber şewitandina pirtûkxaneya Pîremegronê di xwepêşandanên vê dawiyê de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibûn desteserkirin weke hêncet bikar tîne û êrîşî kurên Mam Celal dike.

Tevî ku berpirsê asayîşa Silêmaniyê ragihand, parvekirina wêneyê wan ciwanên hatine girtin bi kincên reng perteqalî bi wateya hevberkirina wan ciwanan bi girtiyên DAIŞê nîne û ev kinc yên tev zindaniyan e, lê belê, PKK’e di medyaya xwe de dixwaze wusa bide nîşandan ku piştî nemana qeyûmê wan “Lahor Cengî Burhan” li ser desthilata Silêmaniyê êdî bajar bê xwedî maye û kurên Mam Celal hêjayî desthilatê nînin û ciwanên xwepêşandan kirî bi terorîst didin nîşandan.

Ji aliyek din, PKK’e bi vê karê dixwaze rûreşî ya xwe veşêre, ji ber ku piraniya wan ciwanên hatiye girtin alîgirên PKK’ê bi xwe ne û ferman ji PKK’ê wergirtiye ku êrîşî saziyên hikûmî bikin û wan bişewitînin.

Ev êrîşa medyaya PKK’ê li ser her yek ji Qubad Talebanî û Bafil Celal Talebanî di demekî de ye, ku li başûrê kurdistanê bas li yek helwestiya PDK’ê û YNK’ê li Bexdayê tê kirin û agahî wusa didin xweyakirin wê her du partên desthilatdar li Başûrê Kurdistanê bi yek pakêc û yek deng li Bexdayê kar bikin, ev jî bûye sedema nerehetiya PKK’ê.

PKK’e li dijî kurên Mam Celal dest bi kar bû

Pustên heman beş