Eyn Esed dîsa bi mûşekan hat armanc kirin

Eyn Esed dîsa bi mûşekan hat armanc kirin

Hejmarek kanal û çavkaniyên nêzîkî kom û milîsên Şîe belav kirine, vê êvarê çend mûşekên din arasteyî baregeha serbazî ya Eyn Esedê hatine kirin.

Li gor zanyariyên destpêkê, komên Şîe belav kirine; 12 mûşek arasteyî baregeha serbazî ya artêşa Amerîkayê hatine kirin.

Li ser vê mijarê, çavkaniyekî ewlehiyê ji K24ê re ragihand; di êrîşa vê êvarê de tenê 5 mûşek arasteyî baregeha serbazî hatine kirin.

Piştî êrîşê, Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê di daxuyaniyekê de ragihand; di demjimêr 18:45ê de 5 mûşek ji aliyê milîsên derveyî yasayan ve arasteyî baregeha Eyn Esedê hatin kirin û ev mûşek 2 kîlometre dûrî baregehê ketine xwarê.

Ev êrîş piştî wê yekê hat, ku vê sibê li gundê Xezra yê li bakurê Sûriyê û sînorê devera Meyadîn, heşt mûşek arasteyî baregeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê hatin kirin.

Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de ragihand; ev êrîş ji aliyê wan komên çekdar ên Şîe ve têne kirin, ku Îran piştevaniya wan dike.

Pustên heman beş