“Qaçaxçiyên pez bertîlê didin pasdarên Îranê û çekdarên PKKê!”

Serokê komîsyona çandinî û avdêriyê li parlementoya Kurdistanê dibêje, bi qaçaxî derbaskirina pez û dewaran ji Îranê bo Herêma Kurdistanê berdewam e û qaçaxçî rojane bertîlê didin pasdaran û PKKê!
Parlementerê Komel û serokê komîsyona çandinî û avdêriyê li parlementoya Kurdistanê, Ebdulsetar Mecîd li ser facebooka xwe ragehandiye, rojane bi hezaran pez û dewar bi qaçaxî ji Îranê derbasî Herêma Kurdistanê tên kirin.
Ebdulsetar Mecîd her wiha gotiye, qaçaxçî bo ku bikarbin sînor derbas bikin, bertîlê didin pasdarên Îranê û çekdarên PKKê.
Bi gotina wî parlementerî, pasdar serê her pezekî milyonek du milyon tûmen û PKK jî serê her pezekî 200 dolaran distîne!
Ebdulsetar Mecîd ev vîdyo wek belge di hesaba xwe ya Facebook ê da parve kiriye û ragihandiye, ev vîdyo belgeya bi qaçax anîna pezî ye li Îranê û rojane bi vî awa pez daxilî Herêma Kurdistanê tê kirin.