PKKe li ser navê rêveberiya navçeya Dêrkê banga civîneke berifreh dike

PKKe li Dêrka Rojavayê Kurdistanê, li ser navê rêveberiya navçeya Dêrkê banga civîneke berfireh dike û daxwaz dike hemû beşên civakê, sazî û dezgeh û yekîtiyên wê beşdarî vê civînê bibin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin, PKKê li dêrkê vexwendineke giştî parve kiriye û têde daxwaz kirîye li roja şemiyê 8/1/2021an, li saet 10î sibê li yarîgeha werzîşî a girtî kom bibin.

Tevî ku PKKê di vexwendina xwe de ev yek ragihandiye ku merem ji vê civînê çareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî, xizmetguzarî û tendirustiye, lê belê, çavkaniyên me ragihandin, PKK dixwaze di vê civînê de PDKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê armanc bike û weke sedemên van pirsgirêkan li Rojava Kurdistanê bide nîşandan.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her wiha eşkere kirin, gelê Dêrkê naxwaze beşdarî vê civînê bibe, lê PKKê gef li xelkê xwarine û wê bi zorê xelkê beşdarî wê civînê bike.

Her wiha hat hîn bûn, PKKe dixwaze li her yek ji navçeyên weke “Hesekê, Şedadiyê, Erşa, Holê, Kampa Waşokanê ya koçberên serêkaniyê” xelkê beşdarî vê civînê bike, daku wusa bide nîşandan hejmarek herî zêde a xelkê bi wê re ye.

Pustên heman beş