Mezlûm Ebdî: Di şerê PKK û Tirkiyê de em ne alî ne

Mezlûm Ebdî: Di şerê PKK û Tirkiyê de em ne alî ne

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî radigihîne, pêwendiyên wan bi hikûmeta Şamê re qut nebûne.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de bi Enstîtuya Lêkolînên Washingtonê re ragihand, pêwendiyên wan bi hikûmetê re berdewam in û nehatine qutkirin, lê hikûmet hîn jî ji çareseriyê re ne amade ye.

Ebdî diyar kir, ew dixwazin pirsgirêkên di navbera wan û Şamê de çareser bibin, lê hikûmeta Şamê bi helwesta “aliyê serkeftî” serederiyê dike û dixwaze biryarên xwe bisepîne û vegere pêş sala 2011an.

Li ser pêwendiyên bi aliyên opozîsyona Sûriyê jî Mezlûm Ebdî diyar kir, pêwendiyên wan bi opozisyonê re ne baş in, bi taybet piştî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê.

Fermandarê Giştî ya HSDê got jî, ew pêşbînî dikin îsal guhertin di proseya siyasî ya Sûriyê de çêbibin.

Derbarê pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re, Fermandarê Giştî yê HSDê got, ti pirsgirêkên wan bi Herêma Kurdistanê re nînin û ew hewl didin pêwendiyan bi her kesî re, bi hemû partiyan û serkirdeyên wan re deynin.”

Mezlûm Ebdî tekez kir jî, divê Kurd nakokiyên xwe bi diyalogê çareser dikin û rijandina xwîna Kurdan heram e.”

Derbarê Tirkiyê de jî Mezlûm Ebdî got, ew dixwazin nakokiyên xwe yên bi Tirkiyê re bi riya diyalogê çareser bikin, ji ber ku HSD çendîn caran eşkere kiriye, ew ne aliyekî şerê di navbera Tirkiye û PKKê de ye.

Pustên heman beş