Kadroyê PDKê li Şingalê ji aliyê PKKê ve hatiye terorkirin

Kadroyê PDKê li Şingalê ji aliyê PKKê ve hatiye terorkirin

Berpirsekî PDKê ragehand, li Şingalê kadrekî PDKê ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye terorkirin.

Berpirsê medyaya liqa 17 ya PDKê li Şingalê, Idrîs Zozanî ji BasNewsê re got, kadrekî PDKê bi navê Ehmed Husên, roja 6 vê mehê ji aliyê çekdarên PKKê ve hat revandin. Duhî danê sibê termê wî li Şingalê hat dîtin.

Idrîs Zozanî her wiha got, ew kadrê PDKê xelkê nahiya Xanesor ya Şingalê bû û çûbû Şingalê mala mirovên xwe lê ji aliyê çekdarên PKKê ve hat revandin û kuştin.

Wî berpirsê PDKê anî ziman ku berpirsiyariya kuştina kadrê wan di stûyê hikûmeta Iraqê de ye û got, emê li dadgehê gilî bikin û ji mafê xwe jî xweş nabin. Ev ne cara yekemîn e kadr û endamên me tên revandin û kuştin. Çimkî heta niha bi dehan kes ji aliyê PKKê ve hatine revandin û kuştin lê mixabin Bexda heta niha jî li hember wan kiryarên PKKê bêdeng e.

Pustên heman beş