Heşda Şeibî êrişa mûşekî li ser sengerên Pêşmerge şermezar kir

Heşda Şeibî êrişa mûşekî li ser sengerên Pêşmerge şermezar kir

Heşda Şeibî êrîşa mûşekî ya li ser sengerên hêzên Pêşmerge şermezar dike û artêşa Iraqê jî lêkolînê derbarê wê bûyerê de dike.

Desteya Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de, êrîşa li ser Pêşmerge li Pirdê bi tundî şermezar kir û bi her armancgirtineke Pêşmerge bi “armancgirtina Heşda Şeibî” bi nav kir û daxwaza lêkolînê di wê êrîşê de kir.

Ji aliyekî din ve, Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê biryar da, lêkolînê di wê êrîşa mûşekî ya li ser Pêşmerge de were kirin.

Duhî êvarê 7/1/2022an, sengerên Pêşmerge li Pirdê li bakurê Kerkûkê bi 8 mûşekan hatin armankirin, di encamê de ti ziyaneke canî yan madî nebûn.

Pustên heman beş