Li bajarê Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ji ber cemeda rê otobûseke rêwiyan kontrola xwe winda kir û qelibî di encam da 15 kes birîndar bûn.
Ev bûyer di rêya navbera Tetvan û Bedlîsê de pêk hat. Dema ku otobûsa rêwiyên Amedê ber bi Wanê ve dibirin, ji ber cemeda di rê de kontrola xwe winda kir u 15 rêwî birîndar bûn.
Li ser agadarîkirinê hejmareke zêde ambulans, tîmên agirkuj û tîmên AFADê çûn cîhê bûyerê. Herwaha birîndar bi ambulansan ji bo nexwaşxaneyên Bedlîs û Tetvanê hatin rakirin.
Herwahat hat ragehandin ku rewşa birîndaran ber bi başbûnêve diçe.