Hewlên PKKê yên neşirînkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê dewam dikin

pyd-pkk-hasaka-kck-apo-ocalan-rojava-kurdistan-kurd-arab

Hewlên rêxistina PKKê yên neşirînkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Rojava welat dewam dikin,herî dawî Erebên Hesekê bi darê zorê derxstin xwepêşandanan û slogan li dijî Hikûmeta Başûr avêtin.

Çavkanyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, li 3 rojên rabûrî rêxistinên PYDê baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê, bi sedan Erebên Hesekê bi darê zorê û gefan û hindek jî bi pereyan kom kirin ji bo ku xwepêşandanê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, encam bidin.

Ev xwepêşandan duh roja şemî 8\1\2022ê hat encam dayîn û kesên ku PYDê bi darê zorê kom kirine, ji meydana bi navê Sînalku dest bi meşê kirin û ber bi meydana Agirkujê ya li navçeya Til Hecer ve çûn, wan pankart û sloganên li dijî girtina deriyê sînor avêtin û Hikûmeta Başûr bi hevkarîya li gel Tirkiyê sûçbar kir.

Di vê xwepêşandanê de, tevî ku PKKê alayên xwe û wêneyên Zilamê Îmralyê xisitbûn di destên şênîyan de, nûnerên Rêveberîya Xweser û PYDê jî amade bûn û wan di gotinên xwe de êrîşê hikûmeta Başûr kirin û gotin: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku gelê Rojava bixe dorpêçê, deriyê Sêmalkayê qepat kirine.

PYDê bi darê zorê şêniyên Dirbêsiyê jî li dijî hikûmeta başûr rakirine

Hêjay gotinê ye, çekdarên PYDê li roja înîya rabûrî jî li bajarê Dirbêsyê yê Rojava Kurdistanê, bi darê zorê xelk kom kir û bi ser malên wan de digirt û ji wan ra digo: “Heger hûn sibe neçin deriyê Sêmalka û xwepêşandanan li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekin, emê rê nadin êdî hûn tu karan ji xwe re bikin”.

Li 15 dîsambera 2021ê, rêxistina PKKê bi rêya dehan Erebên Dêrikê û Qamişlo û rêxistna “Ciwanên Şoreşger” bi kevir û molotofan êrîşî derîyê Pêşabûrê kirin û hejmareke zêrevanên xala sinorî birîndar kirin, her wiha camên tirumbêlên agirkuj yên deriyê sinorî şikandin, ev êrîş jî bo eger ku deriyê Pêşabûrê bê girtin.

Ev êrîş weke pîlaneka rêxistina PKKê tê hesab kirin ji bo ku gelê Rojava bê birsîkirin daku hincetek bikeve dest wê ji bo ku Hikûmeta Başûr li ber çavên Rojava reş bike, lê belê gelê Rojava bawer ji vê derewa PKKê nekirine, loma PKKe wan bi darê zorê kêşî Sêmalkayê û xwepêşandanan dike.

Pustên heman beş