Serok Barzanî bi şanda PSKê re rewşa Kurdên Bakur guftûgo kir

Serok Barzanî bi şanda PSKê re rewşa Kurdên Bakur guftûgo kir

Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê 9ê Çileyê 2022 yan li Selaheddîn pêşwaziya şandeke Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) ya bi Serokatiya Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek kir.

Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Tirkiye û rewşa Kurd û partî û aliyên Kurdî yên Tirkiye û peywendiya di navbera wan guftûgo û danustandina bîr û ramanan kirin.

Serok Barzanî, tekezî li ser berdewambûna karê siyasî yê medenî û peyama aştîxwaziya aliyên Kurdî yên Tirkiyê kir.

Peywendiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Partiya Sosyalîsta Kurdistanê mijareke din a vê hevdîtinê bû.

Pustên heman beş