Fermandarekî pilebilind ê Îranê li Dêrazorê hat kuştin

Fermandarekî pilebilind ê Îranê li Dêrazorê hat kuştin

Hat ragihandin ku li herêma parêzgeha Dêrazorê ku piraniya herêmê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye, fermandarekî pilebilind ê Îranê hat kuştin.

Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên herêmê, di dema bombebarana balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya çend roj berê bi ser milîsên Îranê de, fermandarê Supaya Pasdarên Îranê yê herêma Meyadînê Hac Huseyîn Ebas hatiye kuştin.

Al Ayn Newsê li ser wî fermandarê Îranê gotiye, ‘kesekî bi xirabî dihat naskirin bû û Ebas ji qaçaxçîtiya berhemên dîrokî bigire heta qaçaxçîtiya ajalan û madeyên hişbir dikir.’

Hatiye diyarkirin ku beriya niha jî Ebas berpirsê binkeya milîsên Îranî ya li devera Salihiye ya li bajarê Elbukemalê bû.

Pustên heman beş