197 kesên din ji Rojavayê Kurdistanê penaberî Herêma Kurdistanê bûn

197 kesên din ji Rojavayê Kurdistanê penaberî Herêma Kurdistanê bûn

Pêleke penaberiyê ji Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, ew jî ji ber têkçûna ewlehiyê û xirabiya rewşa abûrî, pêl berdewam e û ta niha bi sedan kes ji her nifşekê nexasim ciwanan gihiştine Herêma Kurdistanê.

Yekem girûp 53ê kurdên Rojavayê Kurdistanê penaberî Herêma Kurdistanê bûn, piştre 83ê kurdên din yên Rojavayê Kurdistanê penaberî Herêma Kurdistanê bûn, Lê duh Yekşemê 09ê Çileya 2022yan, amarek fermî derket tê de dibêje, ku nêzîkî 200 kesî derbas bûne.

Karwan Etrûşî berpirsê ragihandinê yê koç û koçberan û bersivdana kirîzan li parêzgeha Duhokê ragihand, ku 197 penbarên Rojavayê Kurdistanê gihiştine Duhokê. Navbûrî da zanîn ku ew penaber li kampa Berdereşê hatine bicîkirin û pêdivî û alîkarî li ser wan de hatine dabeşkirin.

Beriya niha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragehandibû, ku rojane kurdên Rojavayê Kurdistanê li gundê Sihêla berê xwe didine Herêma Kurdistanê, û dema ku dighine Herêma Kurdistanê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyan bi ser wan de dabeş dike.

Pustên heman beş