Rêveberiya Xweser wênekêşê AFP’yê rawestand

Rêveberiya Xweser wênekêşê AFP’ê rawestand

“Rêveberiya Xweser” wênegirê AFP, Delîl Silêman, ji kar kirinê qedexe kir, piştî ku dîmenên asmanî yên ku parzûngehên petrolê li gundewarên rojhilatê Qamişlo nîşan didin, kişandin.

Malpera “Syria TV” li ser zarê çavkaniyek ji Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser ragihand ku “Desteya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser nivîsek ji ajansa Fransî re şandiye û tê de tekezî li ser qedexekirina wênegir Delîl Silêman ji kar li Herêmên di bin kontrola HSD’ê de dike”.

Wî diyar kir ku biryara qedexekirina Silêman di bin zexta kadroyên PKK’ê de hat derxistin,ji ber ku PKKe ji çalakiya wênegir yên li herêmê acize.

Çavkanî got ku “berê jî rêveberîya xweser gef li Silêman xwarbûn, lê belê piştire Silêman cihên zibilî yên nêzî zeviyên petrolê li Qamşlo wênekirin ku bi dehan malbat, piranya wan jin û zarok, li wan cihan kom dibin û li xwarnê digerin da ku xwe têr biken”.

Her wiha berî çend rojan jî, Silêman xwepêşandaneke jinan li bajarê Qamşlo wênekirbû ku têda wan jinan daxwaza vegerandina keçên xwe yên temen biçûk kirbûn, ku di dawiya sala borî de ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreşger ve hatbûn revandin, ev herdu çalakî sedemên sereke ne ku PKKê Silêman ji karkirinê qedexe kirî û aczîyeka mezin ji bo berpirsên Rêveberîya xweser û rêxistina PKKê çêkirî

Pustên heman beş