Careke din li Tirkiyê bihayê sotemeniyê hat zêdekirin

Careke din li Tirkiyê bihayê sotemeniyê hat zêdekirin

Li Tirkiyê bi awayekî tund bihayê lîreyê Tirkî li hember pereyên biyanî daket û ji ber wê careke din bihayê sotemeniyê hat zêdekirin.

Piştî daketina bihayê lîreyê Tirkî bi awayekî tund li hember pereyên biyanî, di meha dawî de çend caran bihayê sotemeniyê hat zêdekirin.

Li gor Sendîkaya Karsazên Enerjî, Petrol û Gazê (EPGIS) diyar kir, bihayê lîtreya LPGê 29 quruş hat zêdekirin.

EPGISê li ser hesabê xwe yê fermî peyamek belav kir û da zanîn: “Ji 12ê Çileya 2022ê û pê ve, bihayê lîtreya LPGê 29 quruş hat zêdekirin.”

Pustên heman beş