Çi rêxistinan bi qasî PKKê zarokên Kurdan nedane kuştin

په‌كه‌كه‌-زارۆك-pkk-zarok

Rêxistina PKKê îro wêneyên 5 zarokên Kurdan belav kir ku li sala 2016ê li Xakurkê bi destê eskerê Tirk dane kuştin û ji nû ve mirina wan ragihandîye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja pêncşemî 13-1-2022 ê daxuyanî da û têde nasnameya 5 zarokan belav kirîye ku li Xakurkê li Başûrê Kurdistanê bi destê eskerê Tirk hatine kuştin.

Navê van zarokan wusaye:

Leyla Urun, Vahyettîn Gulîçîmen, Adem Bûrankaz, Çetîn Ebem, Îshak Sayin.

HPGê weke her car, tam agahî li derbarê van 5 zarokan dane, lê belê tu amaje bi temena wan nekir, ji bo ku tewana revandina zarokan li ser wê tesbît nebe.

Rêxistina PKKê ji boy çêkirina şervanan piştbestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên navneteweyî û yên parastina mafên zarokan hatîye tesbît kirin.

Di sala rabûrî de, rêxistina PKKê bi sedana zarok di berxwedana xwe ya saxte de dane kuştin, wexta şehadeta wan jî radgihîne bi tê û bi rûqaymî dibêje ew milîtanên Apo bûn, wan dixwest azadaiya fîzîkî ya Apo misoger bikin.

Pustên heman beş