Balafirên Tirkiyê liv û tevgerên PKKê li Metînî bomebaran kirin

په‌كه‌كه‌-مه‌تین-چیایێ مه‌تینی-pkk-matin-metin

Balafirên cengê yên dewleta Tirkiyê îro liv û tevgerên rêxistna PKKê li çiyayê Metînayê yê Başûrê Kurdistanê kirin armanc.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja Pêncşemî 13/1/2022ê, balafirên şer ên dewleta Tirkiyê, liv û tevgerên rêxistina PKKê li bilindahiyên li hindava gundê Sigêrê yê binara çiyayê Metînayê dan ber mûşekan.

Dest nîşan kir, ev êrîş berî nîvroja îro pêkhatîye û hêjan nezelale zirarên PKKê çêbûne yan na.

Rêxistna PKKê ev dema du salane liv û tevgera çekdarên xwe xistine nava gund û dorbera bajarokên Başûrê Kurdistanê, ev yêk jî bûye sedem ku ev gund dewam dikevin ber êrîşên asîmanî yên artêşa Tirkiyê.

Di sala rabûrî ya 2021ê de, pêtirî 50 gundên Başûrê Kurdistanê bi teybet yên ku dikevin sînorê parêzgehîya Dihokê bi sedema şerê PKKê û Tirkiyê vala bûne û şênîyên wan koçber bûne.

Pustên heman beş