Analîzeka mezina ajansa PKKê: PDKê ji bo ku ji qaçaxçîtiya mirovan pere qezenc bike Sêmalka girt

Ajansa Rojavaya PKK’ê Hawar News, duh analîzek kir ku kena mirov bi wê analîzê tê.
ANHA Di analîza xwe de nivîsandiye: “plana qirêja PDK’êya li deriyê sînorî ê Sêmalka derket holê!” di nûçeya ku bi vê sernavê hat weşandin de, derbarê girtina deriyê Sêmalka de îdîayên balkêş hatin kirin. Li gorî vê yekê hate îdîakirin ku sedema girtina deriyê di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de ewe ku PDK’e bi rêya qaçaxçîtiyê li ser sînor pere qezenc bike.
Piştî ku deriyê Sêmalka-Pêşabûrê hat girtin, koçberiya ji Rojavayê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve derket rêjeyeke berçav. Beriya ku derî bê girtin, beriya tengasiyên aborî û zextên li Rojava pêleke koçberiyê hebû. Piştî girtina derî heta niha hejmara kesên ku bi qaçaxî çûne Başûrê Kurdistanê gihiştine 1543 kesa. Ev kes li gorî dûrahiya ku jê tên, derdora 100 heta 700 dolaran didin qaçaxçiyan. Hemû welatî bi wesayîtan di xetên rêyên di bin kontrola asayîşa PYD’ê de derbas dibin. Tev wilatî ji herêmên ku hêzên YPG û HSDê lê ne tên. Qaçaxçî pereyan didin berpirsên li vir.
Xelk pêş çavên asayîşa PYD û YPG’ê tên ser sînor, ji ber karên mirovatî pêşmergeyên li ser sînor neçar dimînin xelkê werbigirin. Dezgeha Alîkariya Barzanî ji bo alîkariya xelkê ku hatin ser sînor navendeke gerok vekir. Navê kesên ji Rojava Kurdistanê bi qeçax û li pêş çavên asayîşa PYD û YPG’ê derbasî Başûr bûy hatin nivîsandin û şandin kampan. Li kampan piştî peydakirina cihên jiyanêyên weke xanî, çadir û karwanan, pêwîstiya nivîn, betanî û xwarnên rojane hat peydakirin.
Bi kurtî, asayîş û fermandarên YPG’ê yên li aliyê Rojava, ji bo qezenckirina aborî ji qaçaxçîtiya mirovan bertîl wergirtine. Yê ku zirara darayî dibîne û pereyan xerc dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanêye.
Dema bazirganiya rojaneya Herêma Kurdistanê bo Rojava tê hesabkirin, Herêma Kurdistanê di warê aborî de ji girtina derî zirarê dibîne. Ev zirar ewqas mezine ku bi 100 dolarên ji qaçaxçiyan tê wergirtin tewîz nabe. Bi gotineke din, eger tevahiya Rojava derbasî Herêma Başûrê Kurdistanê bibe û ji her kesî 500 dolar jî bê wergirtin, zirara ku ji girtina derî derketiye nayê tewîzkirin.
Bi gotineke din, Hawar News ji ber vê hesaba matematîkî ya ecêb û nûçeyên sexteyên ku çêkiribû, ji bikarhênerên medyaya civakî bertek wergirt. Di çarçoveya nûçeya ANHA’yê de raya giştî bi tinazên xwe bi ANHA’yê re bertekên xwe anîn ziman.
Di 15ê Kanûnê de di encama êrîşa çeteyên Ciwanên Şoreşger a baskê rêxistina PKK’êya komela Ciwanan bi kevir û molotofan de deriyê sînorê Sêmalka hatbû girtin. Piştî ku derî hat girtin gel bertek nîşanî saziyên wekî rêveberiya Xweser a Rojava, Tev-Dem û PYD’ê da û diyar kirin ku bêyî ku raya giştî bifikirin tevdigerin. Li ser vê yekê medyaya PKK’ê dest bi belavkirina nûçeyên sexte kir da ku provakasyona ku li Sêmalka li dijî Herêma Kurdistanê kirbûn û ziyanên ku gihandine xelkê, veşêrin.